Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Îdîaya fuzeya Îranê: Raporên îstixbaratê Trump piştrast nakin

Hat diyarkirin ku îdîayên Serokê DYE’yê Donald Trump ku dibêje wê Îran demek nêz ji bo hedef girtina xaka DYE’yê fuzeyekê pêş bixe, bi raporên îstixbaratê yên Emerîka nayên destekkirin.

Trump roja sêşemê li Kongreyê axaftina Rewşa Yekîtiyê kir û îdîa kir ku Tehran “li ser fuzeyên ku wê demek nêz bigihijin DYE’yê dixebite” û anîbû ziman ku dibe artêşa Emerîka êrîşî Îranê bike.

Lê belê li gorî çavkaniyên ku ji Reutersê re axivîn û nexwestin navê wan were eşkerekirin, di nirxandina Ajansa Îstixbaratê ya Parastinê ya DYE’yê (DIA) a sala 2025’an a ji raya giştî re vekirî de, hîna ti guhertin nehatiye kirin. Di nirxandina navborî de tê diyarkirin ku pêşxistina fuzeyên balîstîk (ICBM) ên Îranê dibe heya sala 2035’an dewam bike.

Çavkaniyan ragihand ku Îran herî kêm heya 8 salan encex dikare ICBM’ê di asta operasyonî de hilberîne.

Trump her wiha piştgiriya Îranê ya ji bo komên çekdar ên mîna Hîzbûllahê, mirinên di dema tepisandina protestoyên di meha Kanûn û Çileyê de çêbûne, bernameyên nukleer û balîstîk ên welêt, ji bo DYE’yê û herêmê weke gef nirxand.

Îran jî îdîa dike ku fealiyetên ji bo dewlemendkirina uranyumê, tenê ji bo parastina sivîlan e.